Piştî betlaneya Noel û sersalê, çavê bîragiştî li ser prosesa împîçkirina Serok Donald Trump e.
Civata Nûneran biryara împîçkirinê dabû û di hefteyên pêş de li Civata Senatoran peyvajoya dadkirinê destpê dike.
Prosesa nû ji alîyê Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn John Roberts ve were rêvebirin.
Roberts berî sersalê li ser rewşa salane ya dadgerîyê raporek nivîsî û jibo geşkirina bawerîya gel ji sîstema dadwerîyê bang li dadwerên Dadgeha Qanûna Bingehîn kir.
Dadwer Roberts di raporê de destnîşan kir ku sîstema dadwerîyê dikare bawerîya gel ya ji hikûmet û hiqûqê geş bike.
"Divê hun erka xwe ya dadgehkirinê bi dilnizmî, dirûstî û bi zanebûn, bê tirsa ku xwe mecbûrê alîyekî bibînin, bi cîh bînin û biryarê xwe bidin," dadwer Roberts got.