Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator John Kennedy: Kurdên Sûrîyê Divê bi Tenê Neyên Hiştin



Senatorê Amerîkî John Kennedy ser guherandina qanûna derbarê Xurtkirina Ewlekarîya Amerîka li Rojhilata Navîn pêşnîyaza piştgirîya Kurdên Sûrîyê kir.

Li gor pêşnîyaza Kennedy, serokê Amerîka divê bo parastina Kurdên Sûrîyê destûra karanîna hêzên leşkerî bide.

Kennedy dîyar kir ku Kurdên Sûrîyê li hember hêzên hikûmeta Sûrîyê, hêzên serhildayan û hêzên din yên tundrê re bi tenê mane.

‘’Amerîka di sîyaseta derve de divê li gor hin qaîdeyên ehlaqê tevbigere û piştgirîya hevkarên me, yek ji berpirsîyên me yên ehlaqî ye’’ Kennedy got.

Wî da zanîn ku Kurdên Sûrîyê di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de roleke girîng listîne û divê ew bi tenê neyên hiştin.

Amerîka, li Sûrîyê di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, hevkarîyê dike.

Serok Donald Trump di Berfanbarê de dîyar kiribû ku ewê hêzên Amerîkî ji Sûrîyê vekişînin lê hin karbidestên payabilind dijî vê biryarê ne.

XS
SM
MD
LG