Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johson û Sunak Wê jiber Binpêkirina Qedexeyên Dema COVID Werin Ceza Kirin


FILE - Britain's Prime Minister Boris Johnson, right, and Finance Minister Rishi Sunak, leave Downing Street to attend a cabinet meeting in London, Sept. 1, 2020.

Hikûmeta Brîtanî ragihand ku wê Serokwezîr Boris Johnson û Wezîrê Darayî Rishi Sunak jiber binpêkirina qedexeyên COVID-19 ji alîyê polîsê ve werin ceza kirin.

"Serokwezîr û Wezîrê Darayî îro hatin agahdar kirin ku nîyeta Polîsa Metropol heye ku ceza bide wan û nameya agahdarkirinê ji wan re bişîne," daxuyanîya hikûmetê ragihand.

Polîsa Brîtanî demeke zûtir ya îro ragihandibû ku ewê bi kêmî ve 30 kesan re ceza bibire ku di dema qedexeyan de li ofîsa û mala Johnson beşdarî partîyên kêfxweşî bûbûn.

Polîsa Brîtanî di çaroveya lêpirsînê de bi pirtir ji 100 kesan re peyîvîbû ku di nava wna de serokwezîr, wezîran û dîdevanan jî hebûn.

XS
SM
MD
LG