Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johnson Hevî Dike ku Qedexeyên COVID-19 di Hezîranê de Rabin


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson
Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson îro Sêşemê dîyar kir ku ew hêvîdar e ku

ewê tevahîya qedexeyên COVID-19 yên li Îngiltere di 21'ê Hezîranê de were bidawî kirin.


"Ez hêvîdar im, lê diyar e ku ti tiştek nayê garantî kirin. Ez pir xweşbîn im ku emê karibin bigehejin wê qonaxê,” Johnson got.

Johnson bi berdewamî ragihand ku dê hikûmet di derbarê karanîna sertîfîkayên vaksînê de nirxandineke, pêk bîne.

Brîtanya, bi nezî 130.000 kuştinên bi sedema vîrusa korona li cîhanê welatê pêncan e ku xwedîyê rêjeya herî bilind yê kuştinên jiber pandemîyê ye.

Hevdem, aborîya Brîtanya hilweşîn û zarara herî mezin ya di zêdeyî 300 salan de dît.

Lê, Brîtanya di du mehan de pêyvajoya vaksînkirina welatîyên xwe bi rengekî serkeftî û lezgîn dimeşîne.

Welat, heya niha ji zêdeyî çaryeka şênîya xwe vaksîn kiriye ku di nava welatên mezin de vaksînkirina heryî zû ye.

Revebirandina bernameyên vaksînkirinê jibo hikûmetên cîhanê ku hêvî dikin ku vegerin jîyana normal ya rojane, rewşek testê ye.

Nexşerêya jibo tedbîr û qedexeyên COVID-19 pêşnîyar dike ku sînorkirinên klûbên şevê û bûyerên mezin herî dawî di 21'ê Hezîranê de were rakirin.

Lê, hikûmet destnîşan dike ku ewê rakirina qedexeyan û jinûve vebûn ewê li gor pêzanînan, ne gor demên damezrandî be.


XS
SM
MD
LG