Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johnson: Cureya Nû ya Vîrusa Korona Dibe ku Kujertir Be


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson dîyar kir ku dibe ku cureya nû ya vîrusa korona kujertir be.

Johnson bi preskonferansekê da zanîn ku hin delîl raber dikin ku cureya nû ya vîrusa korona ya li Brîtanya hatiye dîtin kujertir e.

Şêwirmendê Zanistê yê hikûmeta Brîtanya Patrick Vallance got ku li Brîtanya, Afrîqa Başûr û Brezîlya sê cureyên cihê yên vîrusa korona hatine dîtin.

Vallance dîyar kur cureya li Brîtanya hatiye dîtin ji yên din 30 – 70 ji sedê zêdetir belav dibe.

Wî da zanîn ku di cureya orîjînal ya vîrusa korona de li ber e ku ji 1000 kes 10 kes bimirin, lê di ya cureya nû de çaverê ye ew hejmar dibe 13 yan 14.

Wezareta Saxlemî ya Brîtanya ragihand ku di 24 saetên dawî de ji vîrusa korona 1401 kes mirine ku bi vî awayî li wî welatî hejmara mirîyên ji wê vîrusê bû 95,981.

Brîtanya jiber ku cureya nû ya vîrusa korona hejmara kuştinên zêdetir kiribû di 5’ê Rêbendanê de karantîna ragihandibû.

XS
SM
MD
LG