Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Boris Johnson: Emê di 31'ê Cotmehê de ji Yekîtîya Ewrupa Derkevin


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johson ewê Brexit careke din neyê taloq kirin.

Johson li pêş avahîya hikûmetê ya li Londonê dîyar kir ku ewê di 31’ê Cotmehê de ji Yekîtîya Ewrupa (YE) derkevin.

Wî da zanîn ku ew dixwazin ku bi YE’ê re peymanekê çêkin û bang li parlamanterên partîya xwe ya li desthilatê kir ku bi hev re tevbigerin.

Jêderên nêzî Johnson didin zanîn ku ger plana bo Brexitê li Parlamantoya Brîtanya neyê pejirandin ewê di 14’ê Cotmehê de hilbijartina pêşwext bînin rojevê.

XS
SM
MD
LG