Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johnson: Berpirsa Êrîşa Dijî Aramco, Îran E


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson dîyar kir ku berpirsê êrîşa dijî kompanîya petrolê ya Erebistana Saudî, Îran e.

Johnson da zanîn ku ewê bo bersîva dijî Îranê bi Amerîka û hevalbendên Ewrupî re bixebitin.

‘’Ser êrîşên dijî Aramco, Brîtanya gumanê dibe ser Îranê. Li gor me Îran bi rastî jî berpirs e.’’ Johnson got.

Berpirsîya êrîşên dijî kompanîya Amramco, Husîyên Şîa yên li Yemenê girtibûn ser xwe, lê Erebistana Saudî, Îran tawanbar kiribû.

Îran, îdiayên Erebistana Saudî û yên Amerîka red dike.

XS
SM
MD
LG