Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johnson Dibêje jiber Têkoşîna Dijî Korona Dibe ku Rêwî bi Dijwarîyan re Rûbirû Bimînin


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson dîyar kir ku jiber têkoşîna dijî vîrusa korona dibe ku îsal rêwîyên dixwazin derkevin derve bi dijwarîyan re rûbirû bimînin.

Johnson da zanîn ku jiber ku armanca wan ya sereke serketine dijî vîrusa korona ye ew dijwarîyên bo rêwîtîyê dê çêbin.

‘’Ditirsim ku dijwarî û derengketin çêbin. Çinku armanc berevanîya welêt e dijî vîrusa korona. Vegera vîrusa korona rawestînin.’’ Johnson got.

Li ser pirsa ka ewê bo kesên vaksînên vîrusa korona bi temamî li xwe dane, sînordakirinan rakin yan ne, Johnson got ew difikirin û da zanîn ku ew dixwazin tam bawer bikin ku vîrusa korona êdî venegare.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Brîtanya 4,6 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 128,245 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG