Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Boris Johnson Hîn di Beşa Çavdêrîya Krîtîk de Ye


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson roja Sêşemê bi şev jî li Nexweşxaneya St Thomas ya li Londonê ma.

Boris Johnson yê bi vîrusa korona ketibû hîn ji beşa çavdêrîya krîtîk derneketiye.

Jêderên serokwezîrîyê radigihînin ku ew rewişa Johnson ji nêz ve dişopînin.

Wezîrê Derve yê Brîtanya Dominic Raab, ku li şûna Johnson kar dike, ser wî gotibû ku ‘’Ew şervan e û ewê baş bibe.’’

Johnson di 27’ê Adarê de bi vîrusa korona ketibû û li mala xwe ketibû karantînayê û roja Yekşemê jiber daneketina tayê wî ew veguhestibûn nexweşxaneyê.

XS
SM
MD
LG