Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johnson Dibêje Divê Hin Tedbîrên Dijî Korona Bidomin


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson dîyar kir ku gava ew dawî li sînordarkirinên bo vîrusa korona hatine ragihandin bînin jî divê hin tedbîr bidomin.

Hikûmeta Brîtanya hazirîyê dike ku di 19’ê Tîrmehê de dawî li piranîya sînordarkirinan bîne.

Johnson da zanîn ku bo Brîtanî rê li ber belavbûna vîrusa korona bigirin divê ew piştî rakirina sînordarkirinan jî li gor hin tedbîran tevbigerin.

‘’Em dixwazin hewil bidin ku vegerin jîyaneke nêzî ya berî COVID’ê, lê hin tiştên divê em bikin hene, dibe ku em hin tedbîrên dîtir bistînin.’’ Johnson got.

Wî herwiha da zanîn ku bi bernameya vaksînê re ew niha ji berê zelaltir dibînin ku pêketin û mirinên ji vîrusa korona kêmtir dibin.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Brîtanya 4,8 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 128,426 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG