Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serbazekî Urdunî Ser Sînorê Sûrîyê Hate Kuştin


Xala sînorê di navbera Urdun û Sûrîyê de. Wêne ji arşîvê ye.
Xala sînorê di navbera Urdun û Sûrîyê de. Wêne ji arşîvê ye.

Artêşa Urdunê îro Yekşemê ragihand ku serbazekî wê di pevçûnekê ligel qaçaxçîyan de li ser sînorê bi Sûrîyê re hate kuştin.

Malepra artêşa Urdunê got ku Kaptan Mihemed Yasîn Mûsa el Xudeyrat hate kuştin û sê leşkerên din birîndar bûn dema ku komeke qaçaxçîyan teqe li zêrevanên sînorî kir.

Artêşa Urdunê da zanîn ku êrîşbir ber bi Sûrîyê ve revîyan û "tibabeke mezin ji madeyên hişbir hate desterser kirin û veguhestin bo desthilatên berpirs."

Hêjayî gotinê ye ku sînorê Urdun ligel Sûrîyê sist e û bêtirî 650,000 penaberên Sûrî ji destpêka şerê Sûrîyê di sala 2011’an de li wî welatî dijîn.

Meha Îlonê, karbidestên Urdunî û Sûrî ewlekarîya sînorî gotûbêj kir piştî ku hêzên hikûmeta Sûrî deverên di destên hêzên opozisyonê de bûn ser sînorê Urdunê kontrol kirin.

Di Cotmehê de jî, Qiralê Urdunê Abdullah bo cara yekê di nav 10 salan de ligel Serokê Sûrî Beşar el Esed peyivî piştî ku herdu welatan xaleke sînorî ya girîng careke din vekir.

XS
SM
MD
LG