Ajansa Reuters ragihand ku Urdunê şeva Pêncşemê jimareke êrîşên esmanî birine ser hin xalên li hindurê Sûrîyê û embarên qaçaxcîyên narkotîkê yên bi piştgirîya Îranê armanc kirine.
Reutersê ev nûçe ji zarê jêderên istixbaratî yên Urdunî û herêmî ragihand.
Li gor ragihandina wan jêderan firokeyên şerker yên Urdunê, li bajarokê Şaab ya li eyaleta Siwêda mala firoşkerekî serekî ya narkotîkê li û embarên nêzî gundê El-Xariya bombebaran kirine.
Her du cihên li herema Siwêda nêzîkî sînorê Urdunê ne.
Ryan Marûf, edîtorê malpera Suweyda 24 ku qaxaxcitîya narkotîkê ya li wê heremê dişopîne, ragihand ku piştî bomberankirinan ji herema sînorî dûman bilind dibûn.
"Êrîşa yekê firoşkarekî serekî yê narkotîkê ku bi milîsên Îranî re tekildar e kir armanc û di êrîşa din de cotgeheke ku tê de madeyên hişbir dihat veşartin hat bombe kirin," Marûf got.
Meha borî, di navbera hezên Urdunî û bi dehan kesên ku ji Sûrîyê hatibûn pevçûnên tund û dirêj qewimîbûn û piştre, artêşa Urdunê operasyonên xwe zêde kiribûn.
Karbidestên Urdunî dibêjin ku Hîzbullaha Lubnanê ku Îran piştgirîyê dike û milîsên din yên alîgirê Îranê ku piranîya başûrê Sûrîyê kontrol dikin, li pişt zêdebûna qaçaxcîtîya narkotîk û çekan in.
Îran û Hizbullah dibêjin ku ev îdia beşek ji planên Rojavayî yên dijî Tehranê ne. Sûrîye jî hevkarîya xwe ya bi milîsên bi piştgirîya Îranê yên girêdayî artêş û hêzên ewlekarîyê red dike.
Karbidestên Urdunî dibêjin ku welatên Rojava bo xurtkirina ewlekarîya ser sînor ji Ammanê re soza alîkarîyên leşkerî yên zêdetir dane.
Washingtonê ji destpêkirina şerê navxweyî yê Sûrîyê di 2011’an ve, ji bo avakirina xalên sînorî dora 1 mîyar dolar daye Urdunê.
Pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY), karbidestên Amerîkî û Ewrupî dibêjin ku dehata bazirganîya dijqanûnî ya madeyên hişbir, bo diravpêdana hêzên ser bi Îranê û rejîma Sûrî tê xerc kirin.
Washington dibêje ku Sûrîye di bazirganîya narkotîkê ya bi mîlyar dolaran de bûye qada serekî ya herêmê û Urdun jî bona Amfetamin, ku li Sûrîyê tê hilberîn û bi navê Captagon tê zanîn, bo şandina ji welatên Kendavê bûye rêya serekî.
Jêder: Reuters