Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Gumankirî ya Urdunê de 10 Kes li Başûrê Sûrîyê Hatine Kuştin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) û medya Sûrîyê îro Pêncşemê ragihand ku Urdunê bi êrîşên esmanî jimareke xanîyên li bajarokê Arman li Suweyda xistine û di encamê de herî kêm 10 kes hatine kuştin.

SOHR dîyar kir ku di êrîşan de taxeke niştecihbûnê ya Arman li başûrê rojhilata Suweyda hatiye armanc kirin, ku nêzî sînorê bi Urdunê re ye.

Wê çavdêrîyê got ku di êrîşên Urdunê de herî kêm neh 9 hatine kuştin ku 2 ji wan zarok in.

Suweyda24, ku ajansa nûçeyên Sûrî ye, got ku di êrîşên esmanî de 10 sivîl hatine kuştin - du zarok, pênc jin û sê mêr. Lê, ajansê bûyer wek êrîşên Urdunê bi nav nekir.

Karbidestên Urdunê heya niha ser ragihandina van êrîşan ti daxuyanî nedane.

Ajansa îstixbaratê ya Urdunê berê gotibû ku jimareke mezin ya qaçaxçîyên madeyên hişbir yên çekdar ku Îran piştgirîyê dikin ji Sûrîyê derbazî nava axa wê bûne.

Piştre, artêşa Urdunê ragihand ku ew dijî bazirganên madeyên hişbir operasyonên xwe tund û berfireh dike ku dijî embar û veşartgehên gumanbar yên li Sûrîyê dest bi êrîşên esmanî kir.

Urdun û hevbendên wê yên Rojavayî jiber zêdebûna qaçaxçîtiya li Lubnanê, Hîzbullah ya ku Îran piştgirîyê dike û komên din yên alîgirê Îranê ku piranîya başûrê Sûrîyê kontrol dikin, tawanbar dikin.

Îran û Hîzbullah vê îdiayê red dikin û wek planeke Rojavayî ya dijî hevbenda wan Sûrîyê bi nav dikin.

Şam jî red dike ku di hilberînê de cîh digire yan jî bo qaçaxçîtiya madeyên hişbir bi milîsên alîgirên Îranê re hevkarîyê dike.

Serokê SOHR’ê, Ramî Abdurrahman got ku ti peywendîya kesên ku îro hatine kuştin bi qaçaxçîtîyê re tuneye.

Abdurrahman dîyar kir ku dibe ku hêzên esmanî yên Urdunê ji niştecihên xwecihî zanyarîyên nerast wergirtibin.

Washington û berpirsên rojavayî yên dijî madeyên hişbir dibêjin ku Sûrîyê di bazirganîya bi mîlyar dolarî ya madeyên hişbir de, bûye navenda serekî ya li Rojhilata Navîn.

Ew herwiha balê dikişînin ku Urdun jî bo amfetamîna çêkirî ya Sûrî ku bi navê kaptagon tê zanîn, bo welatên Kendavê rêgeha serekî ya derbazbûnê ye.

XS
SM
MD
LG