Artêşa Urdunê roja Şemiyê got jimareke qaçaxçiyên madeyên hişber û çekan hatin kuştin di pevçûnên ku serê sibê dest pê kirin de, dema ku ew ji Sûriyê derbasî bakurê Urdunê bûn.
Artêşê berê gotibû ku ew li dû jimareke mezin a qaçaxçiyan e ku barên madeyên hişbir û çekan hilgirtibûn û di bin mijekî giran de sînor derbas kiribûn.
Urdunê roja Pêncşemê dest bi êrîşên esmanî li Sûrîyayê kir li dijî embar û veşartgehên gumanbar yên qaçaxçiyên madeyên hişbir yên ku Îran piştgirîya wan dike, jêderên istîxbaratî yên Urdunî û herêmî got.
Artêşê helmeta li dijî firoşkarên madeyên hişbir tund kiriye piştî pevçûnên demdirêj ên meha borî ligel bi dehan çekdarên ji Sûriyê yên ku bi milîsên alîgirên Îranê ve girêdayî ne.
Wezîrê ragihandinê Muhened Mubeyidîn ji televîzyona giştî ya El Mamleke re got, "Ev gefa berdewam a li ser ewlekariya me ya neteweyî dê bi êrîşekê an bi rûbirûbûnekê bi dawî nebe... Ev şerekî dirêj e."
Karbidestên Urdunî, mîna hevalbendên wan ên rojavayî, dibêjin ku grûpa Hizbullah a Lubnanê bi piştgirîya Îranê û milîsên din ên alîgirên Îranê ku piraniya başûrê Sûriyê kontrol dikin, li pişt zêdebûna qaçaxçîtiya madeyên hişbir û çekan in.
Îran û Hizbullah dibêjin ev îdia beşek in ji plana rojavayî ya li dijî wan. Sûriyê jî red dike ku ew di vê derbarê de hevkarîyê bi milîsên alîgirên Îranê yên girêdayî artêş û hêzên ewlekarîyê re dike
Sûriyê bûye navenda sereke ya herêmê di bazirganiya bi milyaran dolar ya madeyên hişbir de. Urdun ji bo amfetamîna çêkirî ya Sûrî ku bi navê kaptagon tê naskirin, rêyeke sereke ya derbasbûnê ye bo welatên Kendavê, Washington û berpirsên rojavayî yên dijî madeyên hişbir dibêjin.
Çavkanî: Reuters