Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Urdun Derîyê Cabir ya bi Sûrîyê re Roja Çarşemê Vedike


Karbidestên Urdunî îro Duşemê ragihand ku derîyê sînor ya bi Sûrîyê re wê roja Çarşemê bi tevahî were vekirin, di vê demê de ku şandeyeke Sûrî jibo hevdîtinan li wî welatî ye.

Wezîrê Navxweyî yê Urdunê Mazin Faraya got ku astengên pêş tiştên ku ji Sûrîyê diçin welatên Kendavê û Îraqê jî dê werine rakirin.

Wî herwiha got ku ewê bihêlin ku kargoyên transit ji Kendavê û trafîka rêwingan ji ser rêya Urdunê re herin Sûrîyê.

Tevî ku derbazgeha Cabir ji sala 2018’an vir ve, piştî ku hikûmeta Sûrî ev dever ji serhildayan paqij kir, hatiye vekirin jî hîn negiheştiye asta bazirganîya nirxê 1 mîlyar dolarî ya pêş şerê navxweyî ya li Sûrîyê.

Karbidestên Urduni didine zanîn ku şandeya Sûrî herwiha mijarên girêdayî ekonomî, bazirganî, çandinî, av û elektrîkê bi hevtayên xwe re gotûbêj bikin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku berî şer tixubê Nasib-Cabir jibo bi sedan qamyonên barhilgir re derbazgeheke trannsît ya navbera Ewrupa, Tirkîye û Kendavê bû.

XS
SM
MD
LG