Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Qamişlo Çend Rojavamevan bo Demeke Kurt Hatin Girtin


Endamên Asayîşê li Qamişlo (arşîv).
Endamên Asayîşê li Qamişlo (arşîv).

Li bajarê Qamişlo yê bakur û rojhilata Sûrîyê, heşt rojnamevan û karmendên ku bo dezgehên ragihandina herêmî û cîhanî dixebitin bi demeke kurt ji alîyê hêzên ewlekarîya hindurîn ve hatin girtin.

Yek ji wan rojnamevanên girtî ragihand ku ew di dema şopandina xwepêşandanekê li dijî leşkerîya zarokan hatin girtin, lê piştî çend demjimêran hatin berdan jî.

“Ez hatim girtin û bi zorê ji nava trombîleke hêzên ewlekarîya hindurîn (Asayîş) hatim birin. Du endamên Asayîşê yên maskirî ez dorpêç kirim, alav û telefona min ya destan ji min standin û paşê ez birim navendeke Asayîşê,” Cuma Akaş, nûçegîhanê televîzyona Saudî Al-Arabiya, li ser rûpela xwe ya Facebookê xwe nivîsî.

“Ez çend demjimêran li wir mam, heta ku rêvebirîya Asayîşê hate ligel min rûnişt û daxwaza lêborînê ji min kir, jiber şaştîyek di meselê de çêbûbû,” Akaş got.

Nûçegîhanê al-Arabiya TV herwiha got ku ji bilî wî jî, peyamhinêrê televîzyona dewletê ya Rûsyayê RT ya bi Erebî û çend karmendên televîzyona Rûdawê jî berî wî hatibûn girtin.

Rûdaw televîzyoneke bingeha wê li bajarê Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistana Îraqê ye û ji alîyê Partîya Demokrata Kurdistana (PDK) ve tê fînans kirin.

Berpirsê ofîsa Rûdawê li Qamişlo Fehed Sebrî piştrast kir ku ew û pênc rojnamevan û karmendên toreya medyayî ji alîyê hêzên Asayîşê ve bo çend demjimêran roja Sêşemê hatin girtin.

“Dema ku peyamhinêre me dixwest ku weşaneke zindî ji derveyê ofîsa me destpê bike, Asayîş hat û jê re got ku ew nikare. Îcar peyamhinêrê me hate nav avahîyê û xwest li ser banî weşana xwe bike, lê dîsa jî endamên Asayîşê rê nedan peyamjinêr û pişt re hatin nav ofîsê, alavên me ji me stand û em birin navendeke Asayîşê,” Sebrî di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê got.

Wî herwiha da zanîn ku piştî dora du demjimêran rêvebirîya Asayîşê bi wan re kom bû û daxwaza lêborînê ji wan kir, “jiber li gor wan agahîyên nerast derbarê rewşê gihabû wan.”

Abdella Sadûn, berpirsekî ofîsa ragihandinê ya Hêzên Ewlekarîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê, ji Dengê Amerîka re da zanîn ku “têgihiştineke şaş” bûbû sedema derketina vê bûyerê, lê nexwest ku agahîyên bêtir di vê derbarê de bide.

Herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê bi giştî wekî devereke baş jibo rojnamevanên cîhanî tê dîtin, lê rojnamevanên xwecihî dibêjin ku ew gelek caran rastî astengîyan ji alîyê desthilatdarîya Rêvebirîya Xweser ve tên. Çavdêr jî dibêjin ku hember deverên din yên Sûrîyê, devera li jêr kontrola Rêvebirîya Xweser di warê azadîya ragihandinê de baştir e.

Hêjayî gotinê ye ku Sûrîyê di rêza 173’ê de cih digire ji nav 180 welatên Endeksa azadîya rojnamevanîyê ya sala 2021’ê ya rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor.

XS
SM
MD
LG