Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Julius Maada Bio Wek Serokê Nû yê Sierra Leone Sond Xwar


Julius Maada Bio
Julius Maada Bio

Serokê nû yê Sierra Leone, Julius Maada Bio îro sond xwar û dest bi kar kir. Bio, derengîya şeva Çarşemê sond xwar, demeke kurt piştî ku komîsyona hilbijartinê ew wek serketîyê dengdana roja Şemî ragihand.

Bio ku rêberê Partîya Gel ya Sierra Leone û fermandarekî berê yê artêşê ye, di hilbijartinê de 52 ji sedê dengan wergirtibû.

Wî, wezîrê derve yê berê Samura Wilson Kamara yê Kongreya Hemî Gelan têk biribû ku 48 ji sedê dengan qezenc kiribû.

Di hilbijartina 7’ê Adarê de ti berbijar nikarîbû 55 ji sedê, asta pêdivî ya bo serketinê bi dest xista, loma jî qonaxa duyê ya hilbijartinê hatibû kirin.

Li for ajansa AFP, li Sierra Leone ya bi nîfûsa 6.1 mîlyon kesan, dora 3.1 mîlyon kes tomarkirî ne ku di hilbijartinê de deng bidin.

Bio di kempeyna xwe de girîngî dabû dijî dizî û pere xwarin û soza baştirkirina rewşa xizanîyê dabû.

XS
SM
MD
LG