Amerîka îro Duşemê “Roja Serxwebûnê” pîroz dike. 4'ê Tîrmehê salvegera 246’yê ya Ragihandina Serxebûna Amerîkî ya ji bin desthilata Brîtanî ye.
Hemwelatîyên Amerîkî di vê rojê de bi rêdeçûn, seyran, konsert û bi awayên curbicur vê rojê pîroz dikin û bi alên Amerîkî xanîyên xwe û kolanan welêt dixemlînin.
Di pîrozbahîya îro de herwiha fîşekên esmanî têne avêtin û stranvanên navdar jî konsert pêşkêş dikin.
Di 4’ê Tîrmeha sala 1776’ê de, nûnerên 13 stanên Amerîkî bi fermî Danezana Serxwebûnê (Decleration of Independence) belav kirin û peywendîyên xwe bi Brîtanyayê re qut kirin.
Şerê serxwebûnê berî wê salekê destpê kiribû û heta sala 1783'an dom kiribû û bi Peymana Parîsê serwerîya Amerîka bi fermi hatibû nas kirin.