Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Juncker: 10,000 Nobedar li Sînorên Welatên YE'ê Têne bi Cîh Kirin


Trump Trade
Trump Trade

Serokê Komîsyona Ewrupa Jean-Claude Juncker di axaftina ‘’Rewşa Yekîtîyê’’ de, ku her sal pêk tê, dîyar kir ku dê heta 2020’an 10,000 nobedarên nû li sînorên welatên Yekîtîya Ewrupa werin bi cîh kirin.

Juncker, li Parlamentoya Ewrupa ya li Strasbourgê da zanîn ku Ewrupa bi vê biryarê ‘’mîlîtarîst’’ nabe.

Juncker ser kêşeya koçberîyê da zanîn ku welatên YE’ê hîn organîze nebûne û got ku ‘’çareserîyên demkî têrê nakin, divê em hevkarîyê bikin û bi hev re bixebitin’’

Serokê Komîsyona Ewrupa dîyar kir ku ew dijî sînorên hindurê Ewrupa ye û da zanîn ku ger sînor wek berê bibin ewê bi şûnde çûyîn be.

Juncker ser YE’ê got ku ‘’garantorê aştîyê’’ ye û ser pêla nijadperestîyê ya ku bilind dibe jî dîyar kir ku divê leke li îmaja yekîtîyê nekeve û herkes welatperwerên ku zararê nade kesên din be.

Juncker ser berevanîyê jî bang li welatên Ewrupa kir ku pirtir serbixwe bin û girêdayî peymanên navneteweyî bimînin.

XS
SM
MD
LG