Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Avci: Betalkirina Hilbijartina Stenbolê di Wîcdana Gel de Birinek Vekir


Kemal Avci
Kemal Avci

Gotûbêjên ser biryara Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ya betalkirin û nûkirina hilbijartinên Stenbolê didomin.

Hiqûqzanên Tirkîyê bûne du beş. Hin dibêjîn ku heke hilbijartinên Stenbolê hate betal kirin, divê hemû hilbijartin werin betal kirin, lê yên nêzî hikûmetê jî dibêjin ku ew yek ne pêdivî ye.

Rojnemevan Kemal Avci dibêje ku biryara YSK’ê civakê kir du perçe û ew rewş dê piştî hilbijartinên Stenbolê jî berdewam bike.

Avci îdia dike ku êdî bawerî bi hiqûqê nemaye jiber ku YSK ketiye bin bandora desthilatê.

“Hilbijartinên 31’ê Adarê çê û xirab encamek dabû. Gelê Tirkîyê ji vê encamê eciz nebû jibo ku li gor dengê xwe encamek girtibû. Lê, desthilat ji encamê razî nebû û xwest ku hilbijartinên Stenbolê were dubere kirin. Ew biryar di wîcdana gel de bû sedema birîneke mezin.”

Avci dibêje ku kî hilbijartina 23’yê Hezîranê qezenç bike bila bike, bêbawerîyeke di nav gel de çêbûye.

“AKP’ê tim digot yê ku bi hilbijartinê tê, wê bi hilbijartinê here. Mixabîn di hilbijartinên Stenbolê da dîyar bû ku AKP naxwaze bi hilbijartinê here. Bêbawerîya ku ser hiqûqê çêbûye wê piştî 23’ yê Heziranê jî bidome.”

ED_05_09_2019_K_Avci
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:12 0:00

XS
SM
MD
LG