Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Burkay: Di Vê Peyvajoyê de Yektîya Kurdan Pir Girîng E


Operasyona Tirkîyê ya ser Bakurê Rojhilata Sûrîyê li dinê bû sedama bertekan. Ev operasyon li ser hemû Kurdan jî bandoreke neyînî û erênî veda.

Kurdên ku pir caran nedihatin ba hev, piştî vê operasyonê bi yek dengî hem Tirkîye rexne kirin û hem jî banga yektîya Kurdan dikin.

Sîyasetvan Kemal Burkay, dema operasyona Tirkîyê û rewşa ku piştî vê operasyonê derket hole nirxand.

“Pêwîstîyek bi vê operasyonê tunebû. Tirkîye sedemeke terorê ango PYD’yê nîşan dide lê ev ne rast e. Heta niha PYD’ê ti êrîş li ser sînorên Tirkîyê nekirîye. Tirkîye dixwaze pêşî li statuya Kurdan bigire û ew jî neheqîyeke mezin e.”

Burkay hişyarî dide Kurdan ku heke ew di nav xwe de yektîyeke çênekin, dibe ku destketinên wan hemû têk biçin.

“Kurd niha li qada cîhanê di rewşeke baş de ne. Îro cîhan dibêje ku Kurdan camêrî kirin, li hemberî DAIŞ têkoşîn dan. Ev tiştekî baş e. Lê parastina van desketinan bi yekîtîya Kurdan pêkan e.”

Prof. Dr. Abdullah Kiran jî rewşa dawî ji bo Kurdan gelek girîng dibîne û dibêje ku Kurdan derfeteke girîng bi dest xistiye.

“Bi xêr Rojavayê Kurdistanê, cîhan di derheqa Kurdan de gelek tiştên erênî dibêje. Pêwîst e ku PKK êdî destê xwe li ser Rojava bikşîne û pêşî li wan negire jiber ku ew sîyaseteke nedîyar bi rê ve dibe.”

ED_10_29_2019_Burkay
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:57 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG