Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Prof. Kaboglu: Gava Serok Xwest Dikare Parlemenê bi Hilweşîne


Serkeftîna hevpeymanîya Gel ya AKPê û MHP di helbijartînên perleman û serokatîya Tirkiye sisteme nû ya serokatîyê wê bête bih kirin.

Profesor Îbrahîm Ozden Kaboğlu ku li Tirkiyê di warê pisporîya qanûnî ya bingehîn de tê nasîn wiha got,“Li Tirkiyê pê vê sîstema seroktîyê ya nû sîstema parlamenterîyê bi temamî hate rakirin”

Tirkiye, ji bo derbasî "sîstema serokatiyê" bibe di 16’ê Nîsana 2017’an da referandûmek pek ani û gel di referandûmê de piştgirî da Erdogan.

Ji bo sîstema nû ya serokatîyê ji sedî 48.8 dengderan gotin "Na" sedî 51.2 dengderan ji gotin "Erê" û pê vê referandûmê beşek ji desthelata parlemenê ji ket destê Serokomar de.

Di heman demê de, parlamena Tirkiye ji bo rêveberina welat bê bandur ma.Ji bilî vê yekê ji di hilbijartinên 24ê Hezîranê ji bi encama serkeftina hevpeymanîya AKP û MHP ya bi navê ‘Gel’ pek hat.

Piştî hilbijartinan, Tirkiyê, bi awayekî fermî derbasî sîstema seroktîyê bû.Bi van encamanên hilbijartinê Erdogan ji bi vî awayî bû yêkem serokomar ligor sîstema seroktîyê ya Tirkiye.

Kaboglu
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:59 0:00

Li gor vê yekê, 66’emin hikûmeta Tirkiyeyê, dê giredayî serokkomariyê be û yê bê serokwezîr bê avakirin.

Li gorî Kaboglu, sîstema nû ya serokatiyê ya Tirkîye derbas bû ne wekî sîstema Seroktîyê ya Wilatên Yekbûyî Amerikayê ye. Ji ber ku di sîstema seroktîyê de têkiliyên navbera mafên û rêveberiyê hev cûda ne û bi prensîba serxwebûnê pek tê.

XS
SM
MD
LG