Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Yarîgeha Kabul Êrîşa xwekujî


Li paytexta Afganistanê Kabul êrîşeka xwekujî pêkhat, weke raport radigihînin, polîsek hatiye kuştin û hejmarek kesên din birîndar bûne.

Kesê êrîşkar di derîyê yarîgeheka werzişê de xwe peqandiye, berpirsên ewlekariyê dane zanîn ku, êrîş êvariya Çarşemê dema du tîmên werzişê li yarîgeha bajêrê Kabul di hevrikiyê yariya Kaşoyanê de bûn pêkahtîye, lê rastî nayê zanîn kanê ziyanên giyanî yên êrîşê çendin.

Berpirsên saziya sporê dane zanîn ku, endamêm herdu tîmên yarîker ziyan ji êrîşê ne dîtiye, jiber ku, peqîn ji dervey yarîgehê pêkhat.

Yarîya Kaşoyanê "Tifik"ê, ji roja Duşemê bo maweyê heftiyekê hatîye destpêkirin, hevrikîya vê yarîyê li yarîgehekê li Kabul paytexta Efganistanê tê encam dan ku, bajar herdem rastî êrîşên milîtanên tevgera Talîban û yên DAIŞ'ê tê.

XS
SM
MD
LG