Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvdarê Johnson: Brîtanya Dê Rojê 1000 Kesan ji Afgansitnê Derxîne


Hêzên Brîtanî ji Tûgaya 16 bo piştevanî û rizgar kirinê 15 Tebaxê gihabûn Kabul.
Hêzên Brîtanî ji Tûgaya 16 bo piştevanî û rizgar kirinê 15 Tebaxê gihabûn Kabul.

LONDON, 18ê Tebaxê (Reuters) – Brîtanya hewil dide bi rîya firokan her rojê 1000 kesan ji Afgnasitanê derxîne, piştî ku Talîbanê kontrola Afgansitanê kir, ev yek ji aliyê peyvdarê Serokwezîrê Britanya Boris Johnson ve hat ragihandin.

Li ser pirsa gelo Brîtanya hêvî dike ku bikare her rojê 1,000 kesan ji Afgnasitanê derxîne? Peyvdarê Serokwezîr bersiva rojnamevanan da û got armanc û hêviya wan ewe û di bersivê de got, "armanc wan ewe ku karî li ser wê kapasîteyê bikin".

Ji hejî bîrxistinê ye ku piştî Talîbanê bi şêweke lezgîn, kontrola pirraniya herêmên li Afganistanê kir û dawiya hefteyê ketin di paytext Kabulê de, hezaran karmendên biyanî û Afgnaiyên bi Amerîka û welatên rojavayî re kar kirine asê man, alozî li firîngeha Kabul ya navneteweyî derketin, qelebalix û panîka derketî holê bo sedema jikar ketina firokxanê bo demekî, lê doh Sêşemê geştên esmanî li Kabul dom kirin û niha her welatek hewil dide karmend û stafên xwe yên dîplomasî ji Afganistanê derxîne û wan rizgar bike.

Sêşemê di têkiliyeke telefonî de Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken sopasiya welatê Kuwait û Qatarê kir ku wan alîkariya Amerîka kirîye bo derxistin û vehewandina karmend û malbatên wan ji Afganistanê.

XS
SM
MD
LG