Di êrîşeke çekdarî ya ser navenda wezareta navxweyî de polîsek îro Çarşemê li paytaxta Afganistanê, Kabulê hate kuştin.
Êrîş, piştî ku otomobîleke bomebarkirî li pêş xala ewlehîyê li dervayê avahîya wezaretê hate peqandin, pêk hat.
Dû re, jimareke çekdaran avêtin ser avahîyê, dergeh şikandin û êrîş birin ser nobedaran. Di encama pevçûnan de êrîş hate şikandin û êrîşkaran neçar ma ku xwe paşve bikşînin.
Berdevkê Wezareta Derve yê Afganî Necîb Danîş got ku di êrîşê de 1 polîs hate kuştin, 5 kesên din jî birîndar bûn.
Heta niha ti kes berpirsîya êrîşê ranekiriye, lê Talîban di demsala buharê de pir caran êrîş dibe ser Kabulê.