Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Xwekujî de 7 Kes li Afganistanê Hatine Kuştin


Di êrîşeke xwekujî ya hember hevhatineke olî de, herî kêm 7 kes li Kabula paytaxa Afganistanê hatine kuştin û 9 kesên din jî birîndar bûn.

Êrîş di dawîya kombûna Civata Seydayên Afganî de qewimî, dema 2000 beşdar, piştî paşxistina civînê ji kona civînê derdiketin.

Karbidestan ragihand ku demeke pir kin ya êrîşê, civatê fetwayek derxistibû û êrîşên xwekujî li gor qanûna îslamê qedexe kiribû.

Civata Seydayên Afganî herwiha bang li hikûmeta Afganî û Talîbana tundrê kiribû ku agirbestekê pêk bînin û dest bi danûstandinan bikin.

Hêjayî balkişandinê ye ku heta niha ti kes berpirsîya êrîşê negirtiye ser xwe, lê u Talîbanê di hefteyên dawî de êrîşên xwe li seranser Afganistanê zêde kirine.

XS
SM
MD
LG