Wezareta navxweyî ya Afganistanê dibêje ku di êrîşeke xwekujî de bi kêmî ve 24 kes li paytaxt Kabulê hatine kuştin.
Karbidestên Afganî didine zanîn ku, herî kêm 40 kesên din jî di peqîna li rojavayê bajêr de birîndar bûn û jimareke sîyasetvanên navdar yên Afganî li wê taxê dijîn.
Hêjayî bîrxistinê ye ku berê jî çend caran li heman taxê êrîşên kujêr qewimîbûn.
Rêxistina tundrê Talîbanê bi daxuyanîyekê, êrîş rakir ser xwe û got ku kesên armanckirî endamên îstixbarata Afganî ne.