Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku li nêzî qesra seroktîyê ya Kabul ya paytexta Afganistanê roket ketine.
Roket di dema nimêja cejnê de ketin û hîn nayê zanîn ku ew êrîş ji alîyê kê ve li dar ketine.
Wezîrê Navxweyî Mirwais Stanekzai piştrast kir ku sê roket li derveyî qesra seroktîyê ketine û da zanîn ku ti kes birîndar nebûye.
Dema Serokomarê Afganistanê Eşref Ganî û karbidestên pê re li ser nimêjê bû hîn peqîn hatin bihîstin, lê wan nimêja xwe domand.
Ganî piştre daxuyanîyeke ku ji televîzyonan hat belav kirin weşand.
Amerîka û NATO hêzên xwe ji Afganistanê vekişandin û bi vekişîna wan re pevçûnên di navbera hêzên Afgan û Talîbanê de zêdetir bûn.
Di pevçûnan de çekdarên Talîbanê hin xalên girîng yên sînor û hin herêmên din yên mezin bi dest xistin.
Di salên borî de Talîbanê di cejnê de bi awayekî fermî agirbest radigihand.
Berî cejnê 15 mîsyonên dîplomatîk yên Afganistanê û nûnertîya NATO ji Talîbanê xwestibûn ku êrîşên xwe rawestînin.
Talîban û hikûmeta Afgan berî wê bangê li Doha ya Qatarê danûstandin kiribûn, lê bo aştîyê li hev nekiribûn.