Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peqîneke Mezin li Nêzî Ajanseke Nûçeyan ya Kabulê Pêk Hat


Karbidestên ewlekarîya Afganistanê, arşîv

Reuters’ê îro Pêncşemê ragihand ku li Kabul ya paytaxta Afganistanê li nêzî ofîsa ajanseke nûçeyan peqînek pêk hat.

Li gor agahîyên pêşî di pêqînê de bi kêmî ve 4 kes hatin kuştin û 16 kesên din jî birîndar bûn.

Berpirsîya êrîşê hîn ti rêxistin negirtiye ser xwe.

Roja Duşemê jî li nêzî Sazîya Îstixbaratî ya Neteweyî êrîşeke xwekujî li dar ketibû û berpirsîya êrîşê DAIŞ’ê girtibû ser xwe.

XS
SM
MD
LG