Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dijî Kabulê Êrîşên Roketî Hene Û Dîplomatên Amerîkî Vedikişin


Dîmeneke ji firîngeha Kabulê
Dîmeneke ji firîngeha Kabulê

Karbidestekî Amerîkî îro Duşemê ragihand ku 5 roketên ber bi firîngeha Kabulê hatine avêtin, ji hêla sîstema berevanîyê ya dijî-mûşekan ya Amerîkî hatine têk birin.

Medyaya Afganî got ku êrîş ji paş wesayîtekê hatiye kirin.

Ajansa nûçeyan ya Pajhwok got ku çend rokêt li heremên cuda yên paytexta Afganistanê ketine.

Karbidestekî Amerîkî, ku nexwestiye navê wî bihê eşkerekirin, ji Reutersê re got ku, raporên destpêkê ti qurbanîyên Amerîkî ranegihandîne.

Qesra Sipî dîyar kir ku Serok Joe Biden ji fermandaran re dubare kiriye ku "jibo parastina hêzên me yên li ser erdê çi pêwîst be" bikin, piştî ku ew di derbarê êrîşa rokêtê ya Duşemê de hat agahdar kirin.

Dewleta Îslamî (DAIŞ) - neyarên rojava û Talîbanê - berpirsyariya êrişên roketî girt ser xwe.

Hevdem, Qesra Sipî got ku Biden gotiye, operasyonên firîngehê bê navber berdewam dikin.

Du karbidestên Amerîkî ji Reuters re gotin ku xebatên derxistinên ji firîngeha Kabulê ewê roja Duşemê bidome, û ewê karê wan yê pêşiyê bidin kesên ku di bin xeterîya mezin de ne.

Her wiha, karbidestan da zanîn ku welatên din jî, daxwazên bi vî rengî kirine da ku kesên di wê rewşê derxînin.

Du karbidestên Amerîkî gotin ku karmendên dîplomatîk yên "bingehîn" îro Duşemê ji Afganistanê derketine.

Lê, wan negotiye ku gelo di nav wan dîplomatan de nûnerê payebilind Ross Wilson jî heye, yan na.

Hêzên Amerîkî û hevalbendên wê, ji rojek berîya ku Talîbanê di 15'ê Tebaxê de, serwerîya Kabulê bi dest xist û vir ve, nêzî 114.400 kes derxistine, tevî hemwelatiyên biyanî û Afganî yên ku di 'xeterîyê' de têne nirxandin.

Divê tevahîya hêzên biyanî li gor lihevkirina bi Talîbanê re, sibê roja Sêşemê vekişîna ji Afganistanê temam bikin.

XS
SM
MD
LG