Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şaredar Kunur Behsa Bûyerên Bajarê Cizîrê Dike


Hêzên ewlekariya Tirkiyê ev demeke dirêje, herêm û bajarên kurdan kirîne armanc, berdewama biryarên qedexeya derketina derve li van herêman tê dayin. Di rojên derbasbûyî de li navçeya Silopî û Cizîrê yên girêdayî Şirnexê, ev 30 roj in biryara qedexekirina çûna derve hatiye dayin.

Dengê Amerîka, li ser vê mijarê li gel Hevserokê Şaredarîya Cizîrê Kadir Kunur hevpeyvînek çêkir, Kunur di axiftina xwe de got: “Êrîşên polîsên Tirk yên li ser gelê Cizirê hîn berdewam in, rewşeke gelek xirab li Cizîrê heye, êrişên vê carê ji êrişên 1992an gelek cuda ye. 92yê carna 2 rojan carna 3 rojan çuna derve qedexe bu, erîşên vê carê 100% ji erîşên 1992an dijwartir in.”

Hûn dikarin bi riya linka jêrîn guh bidin hevpeyvînê.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:00 0:00

XS
SM
MD
LG