Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Racî Bîlîcî Kuştina Xortê Kurd yê 17 Salî Dinirxîne


Şeva Sêşemê li Amedê xortekî 17 salî, yê bi navê Kadîr Çakmak bi çar guleyan hat kuştin.

Walîtîya Amedê îdia kir ku Çakmak bi kaleşnîkofê êrîşê ser wesayîta zirxî ya polîsan kiriye û polîsan jî jiber vê sedemê gule berî wî dane.

Serokê Komela Mafên Mirovan yê Amedê Racî Bîlîcî, ku di otopsîya Kadir Çakmak de wek çavdêr amade bû, ji Dengê Amerîka re ev bûyer nirxand.

"Îdiayên walîtîyê û daxuyaniyên malbat û hevalên Kadir Çakmak ne wek hev in. Dibe ku ew dîmenên ku walîtî belav kir, ne yê Kadir Çakmak bin.”

Bîlîcî got dewletê bi qanûnên nû desthilat polîsan zêde kir û metirsî heye ku bûyerên bi vî rengî zêde bibin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:26 0:00

XS
SM
MD
LG