Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raportek ser Kuştina Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdu


Bajarvana Dîyarbekrê Gultan Kişanak rojnama Azadîya Welat belav dike

Xebatkarê rojnameya Azadîya Welat Kadrî Bagdu (45) ku 16 sal in li Edenê belavkarîya rojnameyê dikir, roja Sêşemê di êrîşeke çekdarî de hat kuştin.

Cemîyeta Rojnamegerên Azad li Dîyarbekirê bi daxuyanîyekê kuştina Bagdu şermezar kir.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku kuştina Bagdu kuştinkarîyên salên 90î tîne bîra mirovan.

Edîtorê rojnameya Azadîya Welat Ramazan Olçen ji Dengê Amerika re kuştina Baghdu nirxand.

"Di hemî raperîn û serhildanan de çapemenîya azad rastî êrîşan tê. Bi kuştina Kadrî Bagdu peyamek hat dayîn û rojnamegerên Kurd wek hedef hatine nîşandan.”

Hêjayî gotinê ye Partîya Demokratîk ya gelan (HDP) peyama sersaxîyê jibo Kadrî Bagdu belav kir û ji wezareta karê navxweyî xwest ku demûdest kiryarên vê kuştinê bigire.

XS
SM
MD
LG