Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kaja Kallas Dibêje Ew ji Hizra Sekreterîya NATO re Vekirî Ye


Serokwezîra Estonya Kaja Kallas îro Çarşemê got ku ger Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ji kar vekişe ew dixwaze ku ser posta sekreterîya wê danûstandin çêbin.

Kallas, ku li konferansa Politico ya li Washingtonê diaxifî, li ser pirsa ka ew dixwaze bibe sekretera giştî ya NATO yan na, got erê.

Kallas di Yekîtîya Ewrupa (YE) û NATO de yek ji wan kesên li pêş e ku Rûsya bi tundî rexne dike û dixwaze jibo berevanîya Estonya, Letonya û Lîtvanya yên welatên Baltikê, planên berfirehtir werin hazir kirin.

Hin dîplomatên NATO dibêjin dibe ku Kallas ji alîyê hin endamên hevpeymanîyê ve zêde tundrê were dîtin.

Hêjayî balkiçandinê ye ku Stoltenberg, ku ji 2014’an vir ve sekreterîya giştî ya NATO dike, di Cotmeha 2024’an de dest ji kar berde.


31 endamên NATO jiber şerê Rûsya û Ukrayna daxwaz kiribû ku Stoltenberg li ser karê xwe bimîne û erka wî meha Tîrmehê cara çaran dirêj kirin.

Serokwezîrê Hollanda Mark Rutte jî gotibû ku ew dikare bibe sekreterê giştî yê NATO.

XS
SM
MD
LG