Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kalin Dibêje Helwesta Amerîka û Rûsya Bandor li Kiryarên Tirkîyê Nake


Berdevikê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin îro Sêşemê got ku operasyoneke leşkerî li Sûrîyê dikare hefteya pêş yan jî di her kelîyekê de destpê bike.

Kalin got ku operasyon dikarin bi awayên cûda pêk werin.

“Ev operasyon dikarin di her demê de pêk werin. Çawa ku operasyon heta niha dihat kirin, wê ji niha û pê ve jî wisa çêbin."

Wî ragihand ku Tirkîye bi hevbendên xwe û welatên cîran re operasyonên bi vî rengî dinirxîne, lê ew ti kesî ji berê ve agahdar nakin û jibo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên ewlehîyê destûrê ji ti kesî naxwazin.

Kalin bi berdewamî got ku di bîragiştî de ser dijberîya Amerîka û Rûsya ya ser operasyoneke wan nîqaş hene, lê ev nerazîbûn bi ti awayî bandorê li ser kiryarên Tirkîye nake.

XS
SM
MD
LG