Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevkê Serokomarîya Tirkîyê Êrîşa Dijî Balyozxaneya Amerîkî Şermezar kir


Berdevkê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin êrîşa çekdarî ya dijî Balyozxaneya Amerîkî ya li Enqerê şermezar kir.

Kalin ji hesabê xwe yê Twitterê da zanîn ku "ew bi awayekî eşkere hewildana çêkirinê alozîyê ye"

"Tirkîye welatekî ewle ye û hemî mîsyonên bîyan bi qanûnan têne parastin." Kalin nivîsî.

Kalin da zanîn ku ew bûyerê vedikolin û ewê di demekê nêz de hûrgilîyan zelal bikin.

Îro Duşemê serê sibê dijî Balyozxaneya Enqere ya Amerîka ji alîyê kesên nedîyar ve êrîşeke çekdarî pêk hat.

Walîtîya Enqerê dîyar kir ku şeş gule hatine teqandin, bes di êrîşê de ti kes nehatiye kuştin.

XS
SM
MD
LG