Karbidestên Revebirîya Xweser li bakurê rojhilata Sûrîyê îro Sêşemê dîyar kir ku vegerandina jin û zarokên biyanî yên girêdayê rexistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) ji kampên bin kontrola wan îsal giheştiye asta herî bilind.
Hevserokê Desteya Têkilîyên Derve ya Rêvebirîya Xweser, Bedran Çîya Kurd ji ajansa Reutersê ragihand ku dewletên curbicur ji destpêka 2022’yan heya niha 571 jin û zarokên bîyanî ji Sûrîyê vegarandine.
Çîya Kurd dîyar kir ku di nav wan de zêdetirî 100 ji Fransa re, zêdetirî 50 ji Almanya re û 150 kes jî ji Tacîkistanê re hatine vegarandin.
Wî eşkere kir ku di sala 2021’an de 324, di 2020’an de 281 û di 2019’an de jî 342 jin û zarokên bîyanî hatine vegarandin.
Çîya Kurd da zanîn ku niha zêdeyî 10 hezar jin û zarokên bîyanî li kampên Hol û Roj mane.
Letta Tayler, berpirsa beşa dijterorê ya Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) got ku dibe ku ev zêdebûna vegarandinan jiber rexneyên û bangên Neteweyên Yekbûyî (NY) û Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) be ku welatên Ewrupî jiber venegerandine hemwelatîyên xwe rexne dikin.