Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Uganda Dibêje 7 Bergumanên Êrîşa Kampala Hatine Kuştin


Hikûmeta Uganda îro Duşemê ragihand ku di operasyonên ewlekarîyê ya girêdayî êrîşa xwekujî ya hefteya borî de 7 berguman hatine kuştin.

Berdevkê hikûmeta Ugandayî Fred Enanga ragihand ku di operasyona girêdayî êrîşa xwekujîya paytext Kampala de 106 kesên din jî hatine desteser kirin.

Enanga got ku jibo pêşîgirtin û tunekirina terorîzma navxweyî, wan xebatên xwe zêde kirine.

XS
SM
MD
LG