Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kamran Raman: Muzîka Kurdî Zengîn E lê Guhdanek Mezin Jê Re Divê


Hunermendê kurd Kamran Raman ji demek dûm û drêj ve, li ser muzîka kurdî dixebite û dixwaze ku di proja xwe de hûrbîniyên vê muzîkê diyar bide.

Di albûma xwe ya nû de a bi navê Kochi Sur, 6 stranên cuda pêşkêş dike yek ji wan strana ya hunermend Hozan Serhed e ku bi zaravê kurmancî hatiye çêkirin û her 5ên din jî bi zaravê Soranî ne.

Kamran di sala 1984an li Kermanşahê ji dayik bûye.

Hezkirina muzîk ji zaroktiyê destpê kiriye ji ber bandora birayê wî yê mezin û li ser destê wî jî hînê tembûr û lêdana amêrên muzîkê bûye.

Di sala 2010an de Xwendina xwe ya Endazyariyê li Iranê qedand.

Ji ber xebatên wî yên siyasî û çalakiyên wî yên hunerî ew ji Îranê reviya û ji sala 2014an ve li Siwîsra dijî.

Kamran bi muzîk û dengê xwe dikare ew sînorên di nav zaravên zimanê kurdî de derbas bike û li gellek cihan wî tiştî jî diyar dike.

Dibêje ku muzîka kurdî pirr zengîn e lê ji ber rewşa siyasî ew bêxwedî maye û gellek jê hatiye dizîn.

Kamran li ser piroja xwe ya hunerî dixebite da ku bibe alîkar ji bo pênasînê bi muzîka kurdî û bi taybetî li welatên biyanî.

Ew piraniya berhmên xwe bi serê xwe dike û li ser kenala xwe ya Youtube belav dike ji ber maf bide guhdaran lê guhdarî bikin û sûdakê jê wergirin.

Deng û Reng Kamran Raman_01-10-2022-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00



XS
SM
MD
LG