Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Şirnexê Kanek Komirê Herifî Karkerek li Benda Rizgarkirinê ye


Kana Komirê li Şirnexê
Kana Komirê li Şirnexê

Roja Şemiyê li gundê Gorumlu ya navça Silopya ya Şirnexê, kanek komirê herifî û du karker di bin kanê de man. Karker îbrahîm Aşkin hê jî di bin xirbeyan de ye.

Li Şirnexê li çîyayê Cûdî samana komirê heye ku bi salane li Şirnex, li navçe û gundên dora Cûdîyê ji sedî zêdetir kanên komirê hatine vekirin.

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz qewimîna bûyerê li ser medya civakî ragihand û jibo Dengê Amerika da zanîn ku gelek kanên bê destûrî hene ku li gorî pîvanên saxlem yên kolana komirê û kar kirinê tev nagerin.

Wî da zanîn ku ji sedî 20ê xelkê Şirnexê debara xwe bi xebatên li kanan an jî ji lojîstika wê de digirin Huseyîn Kaçmaz dibêje "Jiber ku bi salane çûna zozanan qedex ye ajalvanî jî çênabe û xortên Şirnexê, ji neçarî li kanan dest bi xebatê dikin"

Raporta Amedê 10 01 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:41 0:00

XS
SM
MD
LG