Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kanada Sînordarkirinên bo Rêwîyên ji Derve Didomîne


Kanada dê bo demeke din destûr nede turîstên vaksîn li xwe nedane ku di hindurê welêt kevin.

Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau dîyar kir ku hikûmet naxwaze ku pêşketinên di têkoşîna dijî vîrusa korona de pûç bibin û da zanîn ku ewê bo demeke din destûrê nedin turîstên vaksînên vîrusa korona li xwe nedane.

Li ser pirsa ka ewê kînga destûrê bidin turîstên vaksîn li xwe nedane, Trudeau ji rojnamevanan re got ku ‘’Ez niha dikarim bibêjim ku ewê ne demeke dirêj be.’’

Kanada vê hefteyê bo welatîyên xwe yên vaksîn li xwe dane şertên karantînê rakirin.

Lê, Kanada hîn jî xêncî kesên mecbûr mane destûr nade rêwîyên ji derve.

‘’Di gava pêş de em dê dîyar bikin ku bo rêwîyên navneteweyî yên vaksîn li xwe dane em dikarin çi destûrê bidin.’’ Trudeau got.

Wî berê jî dîyar kiribû ku karbidest ser belavbûna cureyên din yên vîrusa korona, têkoşîna dijî vîrusa korona yên welatên din, rêjeyên karanîna vaksînan lêkolînan dikin.

Berpirsên saxlemîyê yên Kanada didin zanîn ku ji 78 ji sedê kesên 12 salî û jê mezintir bi kêmî ve dozeke vaksînê li xwe dane û ji wan temenan 44 ji sedê vaksînkirî ne.

Hikûmetên Amerîka û Kanada yên ji Adara 2020’an vir ve sînor girtine, bi daxwazên ser vekirina wî re rûbirû mane.

Ew sînordarkirinên bo hidûd bi kêmî ve heta 21’ê Tîrmehê dê bidomin.

XS
SM
MD
LG