Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kanada Bang li Welatîyên Xwe Dike ku Demûdest ji Etopya Derkevin


Wezîra Derve ya Kanada Melanie Joly roja Înê bang li hemwelatîyên xwe kir ku demûdest ji Etopya derkevin.

Joly dîyar kir ku ew jiber ‘’rewişa xirab’’ ya ewlekarîya Kanada ketine fikaran û da zanîn ku rewiş her ku diçe ji berê xirabtir dibe.

Wê da zanîn ku balyozxaneya li Addis Ababa ya Kanada dê vekirî bimîne.

Hêzên hikûmeta Serokwezîrê Etopya Abiy Ahmed û hêzên serhilda yên Tîgrayê ji salekê zêdetir e şer dikin.

XS
SM
MD
LG