Li Toronto ya Kanada qamyoneteke sipî ket nav peyayan.
Cîgirê Berpirsê Ewlekarîya Toronto Peter Yeun ragihand ku di bûyerê de 9 kes hatine kuştin û 16 kesên din jî birîndar bûne.
Yeun dîyar kir ku ajovanê kamyonê hatiye desteser kirin.
Hîn ne zelal e ku bûyer êrîş yan qeza ye.
Wezîrên G-7 li Toronto kom bûbûn. Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau dîyar kir ku ew bûyerê vedikolin û ewê agahîyê bidin.