Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kanada Danûstandina Teknolojîya Leşkerî ya bi Tirkîyê re bi Dawî Dike


Wezîrê Derve yê Kanada Marc Garneau
Wezîrê Derve yê Kanada Marc Garneau

Hikûmeta Kanada kirîn firotana teknolojîya leşkerî ya bi Tirkîyê re bi temamî bi dawî kir.

Di mehên borî de, hatibû îdia kirin ku Tirkîye navgînên hewayî yên bêmirov yên bi sîstemên Kanada hatine çêkirin, li şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de karanîye.

Kanada li ser wan îdiayan di Cotmehê de kirîn firotana teknolojîya leşkerî ya bi Tirkîyê re rawestandibû.

Wezîrê Derve yê Kanada Marc Garneau dîyar kir ku delîl raber dikin ku Tirkîyê teknolojîya wan di şerê li Nagorno – Qarabaxê de xebitandiye.

Marc Garneu da zanîn ku piştî delîlan wan destûrên hatibûn rawestandin bi temamî pûç kiriye.

Garneu got ku ew bi hevtayê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu re peyivîye û wî fikarên xwe yên ser vê mijarê ragihandine.

Tirkîyê di sala 2019’an de ji Kanada bi 150 mîlyon dolarî çek û tekonlojîyên din yên leşkerî sitandibûn.

Kanada berê jî jiber operasyonên Tirkîyê yên li Sûrîyê destûra bo wî welatî di Cotmeha 2019’an de rawestandibû, lê ew destûr di Gulana heman salê de jinûve hatibû dayîn.

XS
SM
MD
LG