Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevjîna Serokwezîrê Kanada bi Vîrusa Korona Ket


Justin Trudeau û Sophie Trudeau

Testa vîrusa korona ya xanima Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau, Sophie Gregoire Trudeau pozîtîf derket.

Berdevikê Medya yê Serokwezîrîya Kanada Cameron Ahmed ser testa Sophie Trudeau daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Xanim Sophie piştî serdana Brîtanya, bi semptomên sivik çûye nexweşxaneyê û piştî testa vîrusa korona pozîtîf derketiye, ew danîne bin çavdêrîyê.

Xanim Sophie dê 14 rojan di karantînayê de be.

Li gor daxuyanîyê, jiber ku li ser Justin Trudeau ti nîşanên pêşî yên nexweşîya vîrusa korona tunebûye, ew neketiye testê, lê ew jî bo wergirtina tedbîra dijî vîrusê dê li mala xwe di çavdêrîyê de bimîne.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG