Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Temel Karamollaoglu: Erdogan Demokrasîya Sîsî Anî Tirkîyê


Serokê Giştî yê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu got ku sîyaseta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Tirkîye ji demokrasîya rastîn dûr xist û demokrasîya Serokomarê Misirê Abdulfetettah Sîsî anî welêt.

“Serokomar demekê digot ku ger hun sindoqê qebûl nekin, hunê demokrasîya Sîsî bînin. Ez jî hevbîrê wî me, lê dibînim ku niha ew sindoqê qebûl nake û wî demokrasîya Sîsî anîye Tirkîyê.”

Karamollaoglu ser biryara Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ya pêşîgirtina çend bebijarên HDPê, rexneyên tund li wê sazîyê girt.

“Destûrname nedana berbijarên ku bi Biryarnameya bi Desthilata Qanûnê (KHK) ji kar hatine dûrxistin û bûne şaredar, ne biryareke sîyasî ye. Ew kes serî li YSK’ê dane û YSK’ê jî endamdîya wan pejirandîye, lê nepejirandina şaredarbûna wan dijî hiqûqê ye.

Karamollaoglu bal kişsnd ku KHK ne encameke darizandinê ye û rê li ber mafan digire.

“Mafên hemwelatîyan heta ew neyên darizandin û encamekê dernekeve, ti kes nikare wan asteng bike. YSK’ê gotiye erê, ew jî ketine hilbijartinê û serketî bûne. Niha nedana mafê wan ya bajarvanî ne rast e.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:08 0:00

XS
SM
MD
LG