Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Partîya Saadet'ê Karamollaoglu Piştgirî Dide Malbata Şenyaşar


Emîne Şenyaşar
Emîne Şenyaşar

Jina Kurd Emîne Şenyaşar jibo ku xwestina dadmendîyê dest bi çalakîyekê kiribû. Lê parlamanterekî AKP’ê jibo ku heqeret lê hatiye kirin rojên borî li ser Emîne Şenyaşar doz vekir.

Li bajarê Surucê ya Ruhayê, berî hilbijartinên giştî di 14’ê Hezîranê 2018an de, li nav moleke de ji alîyê xizmên parlamanterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve êrîş hatibû kiribûn, 3 kes ji malbata Şenyaşar bi tevahî 4 kes hatibûn kuştin.

Li ser vê bûyerê Şenyaşar ku hevjînê xwe û du zarokên xwe hinda kiribûn, jibo ku dadmendî bi cîh were, dest bi çalakîyê kiribû.

Şenyaşar dibêje ku ew berî mirina xwe dixwaze berpirsên kuştina hevjîn û zarokên wê werin ceza kirin.

“Dadmendî li ku derê ye. Min li Stenbolê di nav behrê, li Enqerê li bin axê nihêrî, lê min edalet nedît.”

Di rojên çûyî de jî jibo ku di derheqê parlamanterê AKP’ê heqeret hatiye kirin li ser Emîne Şenyaşar dozek hate vekirin. Lê vekirina vê dozê dibe rexneya alîyên sîyas.

Serokê Giştî yê Partîya Saadet'ê Temel Karamollaoglu, ev doz wek qutkirina dengê Şenyaşar bi nav kir.

Temel Karamollaoglu
Temel Karamollaoglu

“Mafê kesekî tuneye ku vê malbatê zêde bidin qehirandin. Emîne Şenyaşar hevjînê xwe û du zarokên xwe hinda kirine. Bi mehan in ku li ser kaxizeke biçûk nivîsûbû ku ‘edaletê dixwazim’. Li ber dadgehê jî dest bi nobetê kiribû. Daxwaza wê ew bû ku berî mirina wê edaletê bibîne û dipirsîya dadmendî li ku ye? Ev jî mafê wê yê herî xwazayî ye.”

Karamollaoglu li ser vekirina doza dijî Şenyaşar jî got ku ger di dilê wan de tirsa xwedê hebûya wê ev doz venekirana.

“Kuştin têr nekirîye aniha jî derheqê Emîne Şenyaşar de jibo ku ev xatûn ji parlamanterekî AKP’ê re heqeret kirîye doz hatiye vekirin. Bi vê yekê dixwazin bêjin ku, ‘Hiş be! Ku hiş nekî, emê dengê bibirin. Ger di dilê wan de misqalek tirsa xwedê hebûya, wan ev doz venedikir.”

Li ser van kuştinan hin delîlên nû jî derketin holê. Di kamereyan de xuya dibin ku kesên ku ev kuştin pêk anîne, yek ji wan di destê wî de keleşkof heye û ew kes nexistine nav dosyayê. Ev kesên ku di destê wî de çek heye û neketiye vê dosyayê li Tirkîyê jî bûye mijara gotûbêjan.

ED_15_09_2021_Karamollaoglu_Şenyaşar
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:13 0:00

XS
SM
MD
LG