Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Afrîqaya Başûr Karanîna Vaksîna AstraZeneca Radiwestîne


Afrîqaya Başûr karanîna vaksîna vîrusa korona ya Oxford – AstraZeneca rawestand.

Karbidestên Afrîqaya Başûr dibêjin jiber ku vaksîna Oxford – AstraZeneca li hember cureya nû ya vîrusa korona ew ‘’xeyalşikestî’’ kirine wan karanîna wê berdaye.

Pisporên saxlemîyê didin zanîn ku li Afrîqaya Başûr li ser 90 ji sedê pêketîyên vîrusa korona cureya nû heye.

Li gor xebatên li ser pirtir ji 2000 kesan, vaksîna vîrusa korona li hember pêketinên sivik û orte ‘’parastineke mînîmal’’ çêdike.

Oxford – AstraZeneca mîlyonek doz vaksîn şandibûn Afrîqaya Başûr û xebatên bo karanîna wê destpê kiribûn.

Wezîrê Saxlemî yê Afrîqaya Başûr Zweli Mhkhize dîyar kir ku hikûmet dê bo vaksînan li gor ceribandinên nû li benda pêşnîyazekê be.

Wî da zanîn ku ewê di hefteyên pêş de karanîna vaksînên Johnson & Johnson û Pfizerê bidomînin.

Li Afrîqaya Başûr heta niha 1,5 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 46,000 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG