Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karwanê Koçberên Amerîka Navendî Riya xwe Berdewam Dike


Karwanê koçberên Amerîka navendî îro Şemiyê koça xwe li ser riyên sereke berdewam kir.

Karwan dixwaze xwe bi riya welatê Meksîkê bigihîne Amerîka.

Rojekê berê hakimê wîlayeteke Meksîkî got ewê basan ji wan re dabîn bikin da ku zû bigihin bajarê Meksîko.

Hakimê wîlayeta Veracruz, Miguel Angel Yunes got ewê alîkariyan jî ji koçberan re dabîn bikin.

Lê piştî ragihandinê, Yunes yekser vîdyoyeka din belav kir û got ewê nikaribin koçberan bibin bajarê Meksîko ji ber ku sîstema ava vexwarinê li bajêr pêwîstî bi çêkirinê heye û wê 7 milyon rûniştvanên bajêr dawiya vê hefteyê bê av bin.

Koçberan nerazîbûna xwe li dor vê biryarê derbirî berî ku berê xwe bidin bajarokê La Isla yê 70 kîlometir dûr.

XS
SM
MD
LG