Xebatkarên saxlemîyê li ser banga Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) 14'ê Adarê Roja Cejna Tibê de jibo du rojan dest ji kar berdan.
Xebatkarên saxlemîyê li ber Fakulteya Tibê ya Cerrehpaşa ya Stenbolê daxuyanî dan û xwestin ku daxwazên wan neyên paşguh kirin.
Xebatkaran bi vê gavê ji hikûmetê daxwaza mafên xwe yên şexsî, civakî û sererastkirina aborîya xwe dikin û ew dîyar dikin ku heta daxwazên wan neyên qebûlkirin kirin ewên çalakîyên xwe bidomînin.
Herwiha xebatkaran bertek nîşanî gotinên Serok Recep Tayyîp Erdogan yên ku jibo wan digot "Ger diçin bila biçin" dan û gotin, "Em naçin û em li vir in."
Seroka Odeya Doktorên Stenbolê (ÎTO) Prof. Dr. Pinar Saîp jî bertek nîşanî gotinên Erdogan.
"Doktorek bi hêsanî nabe doktor ku ew bi keda salan dibin doktor. Ev kar bi têkilîya mamoste û şagirtan tê bi rêve birin. Piranîya doktorên dixwazin ji Tirkîyê derkevin û li welateke din bixebitin ciwan in. Em jî dibêjin ku mafê me bidin û yên ku biçin ne em huûn in."
Seroka ÎTO’yê Prof. Saip di berdewamîya axaftina xwe de jî daxwazên xebatkarên saxlemîyê jî wiha rêz kir.
“Em dixwazin mafên xebatkarên saxlemîyê yên şexsî, aborî û civakî werin sererastkirin. Li hemberî tundîya dijî xebatkaran divê tedbîrên pêşîgirtinê werin standin û divê di derbara vê yekê de jî qanûn were derxistin. Herî dawî jî bila COVID-19 wekî nexweşîya pîşeyî were ragihandin.”